Tirkiye

Li Erzirom, Qers, Erdexan û Agiriyê berf barî

Cüneyt Çelik, Günay Nuh, Tevhid Furkan Nehri, Abdullah Söylemez  | 08.02.2026 - Rojanekırın : 08.02.2026
Li Erzirom, Qers, Erdexan û Agiriyê berf barî İdris Karaoğul

Erzurum

Li Herêma Rojhilatê Anadoluyê li Erzirom, Qers, Erdexan û Agiriyê berf barî.

Li Erziromê berfa bi şev dest pê kir, navenda bajêr spî kir.

Li bajêr germahiya hewayê di bin sifirê da daket 3 pileyan, camên wesayîtên parqkirî cemed girt, dar, rê û peyarê di bin berfê da man û cemed girt.

Ekîbên şaredariyê xebatên paqijkirina berfê dan destpêkirin.

- Qers

Li Qersê berf barî.

Li bajêr berfa ku sê roj e bi navber dibare, tesîreke neyînî li jiyanê kir.

Bi barîna berfê ra dar, nebat û wesayît spî bûn.

Ekîbên Şaredariya Qersê xebatên xwe yên berfê didomînin.

Her wiha barîna berfê tesîra neyînî li jiyana kovî jî dike. Li devera çiyayî ya di bin berfê da roviyê li pey nêçîrê hat kişandin.

- Erdexan

Li Erdexanê jî berf dibare.

Berfa ku li cihên bilind ên bajêr tesîra xwe nîşan da, derdor nixamt.

Bi barîna berfê ra qerm jî ket erdê û ji ber qermê di veguhestinê da astengî çêdibin.

- Agirî

Li Agiriyê jî berf barî.

Berfa bi şev dest pê kir, ber destê sibehê tesîra xwe zêde kir.

Bi barîna berfê ra kuçe û kolan dîsa spîçîl bûn.

Ekîbên berfê ji bo ku qerm û cemed çênebe, xebatên xwe didomînin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın