Tirkiye

Navenda Xweşiqitandinê ya Sariqamîşê bi berfa xwe ya krîstal kesên ku xweşiqitandinê hez dikin diezimîne

Hüseyin Demirci  | 08.02.2026 - Rojanekırın : 08.02.2026
Navenda Xweşiqitandinê ya Sariqamîşê bi berfa xwe ya krîstal kesên ku xweşiqitandinê hez dikin diezimîne Hüseyin Demirci

Kars

 Li Navenda Xweşiqitandinê ya Sariqamîşê ku yek ji navendên turîzmê yên girîng ên Tirkiyeyê ye, liv û tevgera dawiya hefteyê zêde bû.

Li navenda ku di nav daristanên sariçamê da ye û bi berfa xwe ya krîstal va navdar e, 10 pîst û 5 telesiyej xizmetê didin û dirêjahiya pîstan heta 30 kîlomêtreyî heye.

Qalindahiya berfê li navendê gihîşt mêtro û nîvekê.

Kesên ku xwestin dawiya hefteyê li vir derbas bikin, ji bo xweşiqitandinê hatin navendê.

Serokê Komeleya Hîndekarê Xweşiqitandin û Snowboardê Bulent Yilmaz ji nûçegihanê AAyê ra daxuyand ku liv û tevgera navendê zêde ye û wiha axivî: "Em zivistaneke pir xweş derbas dikin. Malbat bi zarokên xwe ra ji bo xweşiqitandinê hatin vir. Ez hêvî dikim ku hemû hezkiriyên xweşiqitandinê qîmeta Sariqamîşê bizanibin û em her kesî vedixwînin Sariqamîşê."

Duygu Taşana ku ji Îdirê hatiye jî hezkirina xwe ya ji bo Sariqamîşê anî ziman û wiha got: "Tiştekî ku mîna berf û hewaya Sariqamîşê tune. Em pir jê hez dikin û hewl didin ku her sal werin. Em ji her kesî ra pêşniyar dikin."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.