Îdir wek Çukurovaya Rojhilatê tê binavkirin û cûreyên çûkên li Tirkiyeyê ji sedî 51 li wir dijîn.
Ji bo ku çemên wek Aras û Karasûyê navdar li Îdirê ne û avhewaya wê xwedî mîkroklîmayê ye, bi hezaran çûkên cûr bi cûr berê xwe didin Îdirê.
Midûrê Şaxa Karên Av û Daristanê yê Îdirê Mete Turkoglu daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku li herêmê cihên avî hene û ji ber vê her sal bi hezaran çûkên cûr bi cûr tên bajêr û ji vir jî koçî welatên din dikin.
Turkoglu got kesên ku ji xwezayê hezdikin ji bo ku çûkên li der û dora çemên Karasu û Arasê bibînin tên li wir û wiha axivî: "Li Îdîrê bi sedan cûre çûk hene. Ji ber avhewaya bajêr her sal cûr bi cûr çûk tên. Werdekên biyanî, çûkên din yên bi hezaran cûr li vir dikarin bijîn."