Li Herêma Anadoluya Rojhilat ji ber sir û seqema zivistanê û berfê gel nikare ji mala xwe derbikeve, lê gelê Îdirê ne wisa ye; lewra li Îdirê tav derket.
Ji ber ku hewa xweş e û tav derket, îdiriya berê xwe dan park û baxçeyan.
Welatî li park û baxçeyan tije bûn û di bin tavê de çay vexwarin.
Hewaya tavî ji heywanan re jî lê hat. Kûçikan xwe li ser belgê daran dirêj kirin û xwe dan tavê.
Ji welatiyan Alî Bayindir ji rojnamegeran re axivî û got ku Îdir Antalyaya Rojhilatê ye.
Bayindir got ku li navenda bajêr hê berf nebariye û îro jî hewa germ û tavî ye, înşallah germahiya hewayê wê wiha dewam bike.
Ji welatiyan Huseyîn Kutlu jî got ku hewa vê gavê tavî ye, mirovên bajarên din nikarin derkevin derve, lê li Îdirê her der tavî û germ e.