Serokomar Recep Tayyîp Erdogan ji ber wefata Parlementerê Edeneyê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Murat Bozlak, sersaxî da malbata wî û Hevserokê Giştî yê HDPê Selahaddîn Demirtaş.
Li gor agahiya ku ji çavkaniyên serokkomariyê hat stendin, Erdogan li ser têlefonê pêşiyê bi xanima Bozlak û kurê wî re axivî, pişt re jî bi Hevserokê Giştî yê HDPê Selahaddîn Demirtaş re axivî.
Serokomar Erdogan di axaftina xwe de sersaxî da malbata Bozlak û HDPê û got ku Xwedê rehma xwe lê bike, Xwedê sebrê bide we.