2015 ж. 10 қазан•Rojanekirin: 2015 ж. 11 қазан
Ji ber ku nûçegihanê Anadolu Agencyê (AA) Salih Mahmud Leyla di êrîşa DAEŞê ya ku bi wesayîta bombebarkirî hat kirin de wefat kir, Serokwezîr Ahmet Davutoglu ji Serokê Lijneya Birêvebirênê û Midûrê Giştî yê AAyê Şenol Kazanci re peyama sersaxiyê şand.
Serokwezîr Davutoglu di peyama xwe de diyar kir bi xemgîniyeke mezîn hîn bû ku nûçegihanê AAyê Leyla di êrîşa ku li Helebê hat kirin de wefat kir û wiha hat gotin:
"Salih Mehmûd Leylayê ku di nav şert û mercên Sûriyeyê de bi fedakarane wezîfe dikir, bi nûçeyên ku çêdikir û wêneyên dikişand ji bo ragihandina dengê mezlûmên wir û drama ku li herêmê diqewime de piştgiriyeke gelek mezin daye.
Ez êrîşa terorê ya ku bû sedema wefata Salih Mehmûd Leyla şermezar dikim, Xwedê rehma xwe li Leyla bike, di serî de malbat û xizmên wî, Anadolu Agency serê hemû camîeya çapemeniyê sax be.
Ez bi vê wesîleyê di şexsê we de ji hemû xebatkarên Anadolu Agencyê ya ku li çar aliyê dinyayê bi fedakarane dixebitin re silavên xwe dişînim û sersaxiyê didim wan."