2015 ж. 10 қазан•Rojanekirin: 2015 ж. 10 қазан
Şaredarê Dîcleyê Abdûlsamet Bîlgîn û Midûrê Karên Fenê Îlhamî Guzel hatin girtin.
Li gor agahiyên ku hatin bidestxistin Bîlgîn û Guzel bi hinceta hiştine ku mensûbên PKKya rêxistina terorê makîneyên kar ên şaredariyê bi kar bînin, li navçeyê xendeqan bikolin û xwepêşandana bêdestûr bikin hatin binçavkirin.
Miameleyên Abdûlsamet Bîlgîn û Îlhamî Guzel ên li ewlehiyê hatin temamkirin û ew sewqî dadgehê kirin. Piştî ku li dozgeriyê îfadeyên wan hatin sitandin Bîlgîn û Guzel sewqî Dadgeriya Cezaya Silhê ya 2yemîn a Nobedar kirin. Bîlgîn û Guzel li gor madeya 302yemîn a TCKyê ji ber sûcê "Xirakirina yekîtiya welêt û dewletê" hatin girtin.