ANKARA
Anadolu Agency wê encamên hilbijartina parlementeriyê ya 7ê hezîranê bi weşana taybet a "Hilbijartina Giştî ya 2015an" ve di heman demê de ragihîne.
AA wê di hilbijartina giştî da kêlî kêlî agahiyê biweşîne û wê encamên sandoqan "online" ragihîne.
AAyê ji bo hilbijartinê hejmara nûçegihan û çavkaniyan zêdetir kir û wê di hilbijartinan da encaman bi awayekî lez û bez û pêbawer ragihîne raya giştî.
Wê encamên hilbijartinên berê û encama vê hilbijartinê bide ber hev û servîs bike.
Ji bilî dabeşiya reyên partiyan, namzedên ku qezenc bikin, wê wek flaş werin dayîn. Her wiha kurtejiyan û wêneyên namzedên ku ser dikevin, wê ji aboneyan re werin servîskirin.
AA ji bo ku encama sandoqan ragihîne raya giştî malpereke taybet amade kir û di çarçoveya vê projeyê de karê teknîkî, bernameyên kompîturê û personelên xwe amade kir.
Encam wê ji ser sandoqan werin hînkirin û ji aboneyan re were servîskirin. Encam wê demildest li ser malpera "secim.aa.com.tr"yê bi grafîkan va werin weşandin.
AA wê koda îframeyê bide û malpera "secim.aa.com.tr"yê wê bi vê kodê va bi malperan va were girêdan.
Heke malperên din bixwazin malpera "secim.aa.com.tr"yê bi kar bînin, wê "koda îframeyê" bi malpera xwe va entegre bikin û bigihêjin "Hilbijartina Giştî ya 2015an" û bikaribin di malperên xwe da biweşînin.
Piştî ku Lijneya Hilbijartinê ya Bilind qedexeya weşanê rakir, agahî wê di weşana taybet a "Hilbijartina Giştî ya 2015an" da werin weşandin.
Malpera "secim.aa.com.tr"ê wê bi zimanê tirkî, îngilizî û erebî weşanê bike.
- Bankeya daneyên namzedan
Ji bo kurtejiyana namzedan "pergala daneyên namzedan" tê amadekirin. Êvara 7ê hezîranê heke ku parlementer kifş bibin, navê wan wê were weşandin. Abone wê bi vî awayî bigihêjin kurtejiyana parlementeran ya biwêne.
- Tecrubeya AAyê ya hilbijartinê
AAyê par bi awayekî serkeftî hilbijartina herêmî û ya serokomariyê şopandibû. Ji saziyên medyayê ji sedî 85 weşana AAyê ya "Hilbijartina Herêmî ya 2014an" bi kar anîbû. Partiyên siyasî jî encama hilbijartinê ji AAyê şopandibûn.
Medyaya dinyayê jî hilbijartina herêmî ji weşanên AAyê şopandibûn. Encamên ku LHBê eşkere kirin, encamên ku AAyê ji raya giştî re ragihand, tescîl kiribû.