2015 ж. 09 қазан•Rojanekirin: 2015 ж. 10 қазан
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan ji ber ku nûçegihanê Anadolu Agencyê (AA) yê Helebê Salih Mehmûd Leyla di êrîşa DAEŞê ya ku bi wesaîta bombebarkirî hat kirin da mir, telgrafa sersaxiyê ji Serokê Rêveberiya Lijneyê û Midûrê Giştî yê AAyê Şenol Kazanci ra şand.
Serokomar Erdogan di telgrafa sersaxiyê da wiha got: "Ji ber ku nûçegihanê Anadolu Agencyê (AA) yê Helebê Salih Mehmûd Leyla di êrîşa ku bi bombebarkirî hat kirin da mir, xemgîn bûm. Salih Mehmûd Leylayê ku li herêmê bi fedekarî û hişmendiyeke bêalî wezîfeya xwe dikir wê bi nûçe û wêneyên xwe were bibîranîn. Xwedê rehma xwe lê bike. Di serî da malbat û xizmên wî û serê xebatkarên Anadolu Agencyê û hemû çapemeniyê sax be."