Alîkarê Serokwezîr Yalçin Akdogan kuştina rojnamevanê japon Kenjî Gotoyê ku li Sûriyeyê ji hêla DÎŞIyê ve rehîn hatibû girtin û paşê hat kuştin şermezar kir.
Akdogan sersaxî da malbata Goto, hikûmeta japon û gelê japon.
Akdogan di daxuyaniya xwe ya nivîskî de bal kişand ku ew ji ber kuştina rojnamevanê japon Kenjî Goto xemgîn in û wiha got: "Em vê bûyera hov a terorê şermezar dikin. Bila serê malbata rojnamevan Kenjî Goto a bi xwedî êşeke mezin e, hikûmeta japon û gelê japon ê dost sax be. Eşa wan êşa me ye."
Akdogan daxuyand ku li Sûriyeyê her roj bi dehan qetlîam dibin û rojnamevanên ku li her çar aliyê dinyayê hewl didin ku karê xwe bikin hedef tên girtin.
Akdogan wiha got: "Mixabin ji roja ku qeyrana Sûriyeyê dest pê kir vir ve bi dehan rojnamevan hedef hatine girtin û li ser wezîfeyên xwe hatine kuştin. Li ser navê Tirkiyeyê em dibêjin ku tundiya li ser rojnamevanan divê neyê qebûl kirin. Em hêvî dikin ku rojnamevanên ku li Sûriyeyê ne û hê ji wan xeber tune di demeke kurt de bigihêjin malbatên xwe. Li gor me bertekên hevpar ên ku li hember kuştina sivîlan tên nîşandan li gor rêza nirxên mirovî ye."