Serokomar Erdogan ji ber kuştina pîlot Mûaz El Kesasîbe, li ser telefonê bi Qralê Urdunê Abdûllah re axivî û sersaxî da.
Li gorî agahiyên ku ji çavkaniyên Serokomariyê hatin hildan, Serokomar Recep Tayyîp Erdogan ji bo pîlot Mûaz El Kesasîbeyê ku ji aliyê DÎŞİya rêxistina terorê ve hatin kuştin, li ser telefonê bi Qralê Urdunê Abdûllah re axivî û sersaxî da malbata pîlot û gelê Urdunê.
Serokomar Erdogan buyer rexne kir û got ku divê li dijî terorê bihevre tevbigerin. Her wiha Qral Abdûllah jî ragihand ku hevkariya dijî terora ku welêtên herêmê tehdît dike, girîng e. Her du serokan di hevdîtinê de der barê mijara Suriyeyê de li ser girîngiya hevkariyê sekinîn.