Serokê Şaredariya Mezin a Mêrdînê Ahmet Turk got ku kurd ji bo pêkanîna aştiya Rojhilata Navîn, hêmaneke bivênevê ye.
Turk di mitînga ku li Parka Karayollariyê ya Mêrdînê hat kirin de axivî û got kurdan ji bo azadiya xwe bedêlên mezin dan.
Turk diyar kir ku kurd li Kobanê, Şingal û "Rojava" têkoşîneke dikin û wiha got "Kurdan van deran dîrokek nivîsandin. Îro bi têkoşîna ku li Kobanêyê hat dayîn, azad bû. Şingal jî ber bi azadbûnê ve diçe."
Turk axaftina xwe wiha berdewam kir:
"Bi têkoşîna ku li Kobanê û Şingalê li hember çeteyên DÎŞIyê hat dayîn, hemû cîhanê ev yek dît. Bi sekna gelê kurd DÎŞI hat rawestandin. Gelê kurd bû aktorekî mezin. Hemû cîhan wî qebûl dike. ji vir jî hatfehmkirin ku bê gelê kurd aştî nabe. Gelê kurd bedêlên mezin dan û hat heta vê astê. Em demokrasiya gel esas digirin. Ji ber vê yekê beriya ku di navbera gelan de pirsgirêkên mezin biqewimin, em dibêjin ku divê êdî pêvajoya çareseriyê bê çareserkirin."
Turk li ser hilbijartinên ku dê 7ê hezîranê de bê kirin û wiha axivî: "Em ji ezmûneke nû derbas dibin. Em divê ji benda ji sedî 10 derbas bibin. Heke em derbas nebin em dê di têkoşîna xwe ya siyasî de bi ser nekevin. Piştî têkoşîna birayên me heke em nekarin vê yekê dîrok dê me efû neke."
Parlementera Mêrdînê ya HDPyê Gulser Yildirim û Serokbajarê Mêrdînê yê Partiya Herêmên Demokratîk Omer Ocalan jî beşdarî mitîngê bûn û di mitîngê de kevok hatin firandin.