Birayê Hevserokê Kongreya Cîvakên Demokratik û parlementerê Mardînê Ahmet Turk yê mezin Hacî Demo Turk li nexweşxaneya ku tedawî dibû wefat kir.
Turk li nexweşxaneya Guvenê ji ber ûra mêjî emeliyat bibû û 20 roj bûn li nexweşxaneyê dihat tedawîkirin.
Hat ragihandin ku Turk îro berve danê sibehê wefat kiriye. Hat diyarkirin ku dê cinazeyê Hecî Demo Turk îro bi balafirê bibin Mêrdînê û ji wir jî bibin Qesra Qencoya gundê Kiziltepeyê û defin bikin.
Serokê Giştî yê BDPyê Selahattîn Demîrtaş di peyama serxweşiyê xwe ya de diyar kir ku bi mirina Hecî Demo Turk hisyayê û gelekî li ber ketiye.
Demîrtaş di peyama xwe de got ku mixabin ji nexweşiya xwe xilas nebû. Kedera birêz Turk û ya xizmên wî kedera me ye. Serê malbat û xizmên wî sax be.