BDPyê ji bo bernamzetên serokê şaredariya navçeyan û Mêrdînê ji delegayan pirsî.
Ji bo bernamzetên serokê şaredariya navçeyan û Mêrdînê delegeyan di sandoqan de deng dan.
Delegeyan him ji bo bernamzetên navçeyên û him jî ji bo bernamzetên Şaredariya Mezin cuda cuda deng dan. Ji bo bernamzetiya Şaredariya Mezin di pisûleya dengan de navê Ahmet Turk, Yuhanna Aktaş, Mahmut Bîngol, Osman Ozçelîk, Sebat Yildirim, Talat Seyhan û Mehmet Selîm Dag hate nivîsandin.
Li navenda Mêrdînê 3 hezar û 835, li Qiziltepeyê hezar û 113, li Nisêbînê 807, li Dêrikê jî 466 delegeyan deng da.
Hat ragihandin ku ji bo bernamzetiya Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê herî zêde ji bo Ahmet Turk deng hatin dayîn.