Li Lijneya Giştî ya TBMMê Guftûgoyên butçeya 2014an yên Wezareta Perwerdeya Neteweyî, Wezareta Karên Derve û Wezareta Hawirdor û Bajarvaniyê dest pê kirin.
Lijneya Giştî bi serokatiya Cîgirserokê TBMMê Sadik Yakut ji bo tûra 9emîn a guftûgoyên butçeyê civiya.
Di Lijneya Giştî de ji bilî butçeyên sê wezaretan, butçeya Miduriya Giştî ya Tapû û Kadastroyê, Lijneya Hîndekariya Bilind, Serokatiya Navenda Pîvan, Hilbijartin û Bicihkirinê û 103 zanîngehan jî dê hildin ser dest.