2016 ж. 13 қаңтар•Rojanekirin: 2016 ж. 14 қаңтар
STRAZBURG
Dadgeha Mafê Mirovan ya Ewropayê (DMME), biryar da, "Girtina Partiya Civaka Demokratîk (DTP) dijî Hevpeyman Mafê Mirovan ya Ewropayê (HMME) ye."
DMMEyê biryar ji bo serlêdanên Hevserokên berê yên DTPyê Aysel Tuglûk û Ahmet Turk, yên ku di sala 2010an da kiribûn, da.
Dadgehê di biryara xwe da destnîşan kir, "Tirkiyeyê li gorî HMMEyê maddeya 11emîn ya derbarê mafê civîn û rêkketinan û maddeya 3yemîn ya protokala 1emîna derbarê hilbijartinên azad îxlal kirine."
Di biryarê da, tê gotin "Dadgeha Makezagonê di sala 2009an da biryara girtina partiyê da lê sedemeke wê yî mafdar tune ye. Herwiha axaftinên rêveberên partiyê nabe hinceta girtinê."
DTP di sala 2005an da hatibû avakirin û 21 kesê ku di hilbijartina giştî ya sala 2005an da weke parlementerê serbixwe ketibûn parlementoyê piştre beşdarî wê partiyê bibûn.
Dadgeha Makezagonê di hinceta girtina partiyê da gotibû, "DTP xwediyê heman amancê PKKya rêxistina terorê ye û daxuyaniyên rêveberên vê partiyê xizmeta sitratêjiya terorê ya PKKyê dikin."
DMMEyê biryar da, ji bo her yek Tuglûk û Turk 30 hezar Ewro, ji bo Ahmet Ayê endamê wê partiyê jî 7 hezar 500 ewro weke tazmînata maddî bê dayîn. Herwiha biryar jî da, ji bo Tuglûk û Turk 3 hezar û ji bo Ahmet Ay jî hezar ewro weke mesrefê dadgehê bê dayîn."