Li navçeya Karakoyunê polêsekî li ser şikê xwest 2 kesên ku li gor tesbîtê mensûbên PKKa rêxistina terorê ne, binçav bike, lê gule teqiyan û polês cangorî bû.
Li gor agahiya ku hat bidestxistin, êxbar hat dayîn ku 2 PKKyî li pastexaneyekê ne. Polêsê bi navê Olgun Kurbanoglu li ser êxbarê çû pastexaneyê û xwest ku şikbaran binçav bike. Lê pevçûn derket û Kurbanoglu û terorîstek birîndar bû.
Welatiyan Kurbanoglu bi texsiyê rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Îdirê, xilas nebû û cangorî bû.
Piştî bûyerê ji bo ku her du terorîst werin girtin, operasyonê dest pê kir.
Piştî êrîşê Waliyê Îdirê Davut Haner û Midûrê Emniyeta Îdirê Yuksel Babal hat nexweşxaneyê û agahî hilda.