Serokomar Recep Tayyîp Erdogan: "Kesên ku rêxistinên terorê û rêxistinên paralel ên ku ketine nav dewletê diemilînin û bi endezyariya civak û siyasetê ya navxweyî û derveyî dixwazin Tirkiyeyê ji armancên wê dûr bixin, wê careke din têk herin."
Li gor daxuyaniya nivîskî ya ku ji Navenda Çapemeniyê ya Serokomariyê hat weşand, Serokomar ji bo destpêka sala edlî peyam weşand.
Serokomar Erdogan destnîşan kir ku Komara Tirkiyeyê bi daraz, rêvebirin û dadgeha xwe di çarçoveya armancên xwe yên 2023yan da bi biryarî pêşva diçe.
Serokomar Erdogan diyar kir ku maf, azadî, biratî, aştiya civakî û hizûr temînata edaletê ne û got heta edalet tunebe pêşketin çênabe, heta demokrasî pêş nekeve rêgeza dewleta hiqûqê nikare bijî.
Serokomar Erdogan destnîşan kir ku xebatên di warê hiqûq û edaletê da ji bo hizûr, aştiya civakî û pêşketina Tirkiyeyê tên kirin û wiha got: "Çiqas reform çêbin, pergala edaletê xurt bibe, Tirkiye wê di dinyayê da bibe mînak û wê di vê rêyê da pêşva here."