Li Xelata navçeya Bilîsê ku li ber Behra Wanê cih digire kevir û zinarên li peravê ne ji ber sir, seqem û hewaya sar cemed girtin.
Li navçeyê, germahiya hewayê di bin sifirê de wek 15 pîle hat pîvandin û pêlên ku ji ber bayê li kevir û zinarên peravê xistin. Ji ber hewaya sar kevir û zinarên li peravê di nav cemedê de winda bûn.
Ji aliyê din ve gola "Valî Ûgûr Boran Kûş Cennetî" jî ji ber hewaya sar qerisî û ser wê cemed girt.
Welatiyan diyar kir ku li gor salên berê gol îsal zûtir qerisî û ji ber qerisîn û ne peydakirina qûtê jî gelek cureyên çivîkan koç kirin.