2015 ж. 26 желтоқсан•Rojanekirin: 2015 ж. 27 желтоқсан
MUŞ
Li Mûşê welatî li gola Xamûrpetê ya li Gimgima navçeya Mûşê ku zivistanê cemed digire, masiyan digirin.
Li Herêma Rojhilatê Anadoluyê ji ber ku zivistan zor û zehmet e, li herêmê gol, çem û robar cemed digirin.
Li Mûşê welatî guh nadin serma û seqemê û diçin gola Xamûrpetê ya ku 41 kîlomêtro dûrî Gimgimê ye.
Masîvan cemeda golê ku 40 santîmêtro ye bi bêr û biviran dişkînin û tora xwe diavêjin avê.
Mavîn rojek şunda tên û tora xwe ji avê dikşînin.
Masîvan Erdal Kaya daxuyanî da nûçegihanê AAyê û destnîşan kir ku cemeda golê dişikînin û masiyan digirin.
Kaya diyar kir ku di serma û seqemê da jî debara xwe dikin û wiha xeberda: "Karekî zor e. Em cemedê bi bêr û biviran dişikînin û tora xwe diavêjin avê. Rojek şunda jî em tên tora xwe ji avê dikşînin. Bi vî şiklî em 60-70 kîlo masî digirin. Ji ber ku zivistanê karekî ku em bikin tuneye, em jî masîgiriyê dikin. Em kîloya masiyên ku digirin bi 2 milyonî difiroşin."