Jiyan

Li Wanê li kesên ku bi qaçaxî masiyên kefalên incî girtine 2 milyon û 674 hezar û 575 lire ceza

Emre Ilıkan  | 24.06.2025 - Rojanekırın : 25.06.2025
Li Wanê li kesên ku bi qaçaxî masiyên kefalên incî girtine 2 milyon û 674 hezar û 575 lire ceza

Van

 Li Wanê li kesên ku tevî qedexeya masîgirtinê bi qaçaxî masiyên kefalên incî girtine 2 milyon û 674 hezar û 575 lire ceza hat birîn.

Masiyên kefalên inciyê ku li Wanê li navçeya Îpekyolu, Edremît, Tuşba, Gevaş, Muradiye û Erdîşê û her wiha li Bidlîsê jî li navçeya Xelat, Elcewaz û Tetwana ji bo qasî 15 hezar kesî deriyê debarê ye, di serdema xerzdanînê da girtina wan qedexe ye.

Bi mebesta parastina cisnê masiyên kefalên incî ku di dema xerzdanînê da bervajoyê şekê soberiyê dikin û xwe digihînin avên şêrîn, ji 15ê Nîsanê heta 15ê Tîrmehê girtina wan qedexe ye.

Di vê çarçoveyê da Rêveberiya Çandinî û Daristanan a Parêzgehê, Fermandariya Koma Ewlekariya Peravan a Gola Wanê, Fermandariya Cendirmeyê ya Parêzgehê, Rêveberiya Ewlekariyê û ekîbên şaredariyan bi hevkarî tedbîran distînin.

Ekîban di teftîş û vekolînan da jê 8 ton û 700 kîlogram zindî, bi giştî 87 ton û 200 kîlogram masiyên kefalên incî, her wiha 7 hezar û 100 metro tor, 10 belemên nepox û gelek kelûpelên masîgiriyê desteser kir.

Ekîban masiyên zindî berdan golê û yên mayî jî îmhe kirin. Li 126 kesên hat tesbîtkirin bi qaçaxî masiyên kefalên incî digirin, 2 milyon û 674 hezar û 575 lire ceza hat birîn.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın