Önder Beyter
13 Sibat 2018•Rojanekirin: 14 Sibat 2018
BITLÎS
Gola Wanê ku yek ji cihên girîng ên tûrîzma Tirkiyeyê ye, bi bedewî, xweşikahî û qeraxên xwe va kesên ku tên ziyaretê, dike hejmetkarê xwe.
Wênegirên hunermend li tekneyan siwar bûn û ligel masîgiran, bedewiya bêhempa ya Gola Wanê ku beşeke wê ye mezin di nava sînorê parêzgeha Bitlîsê da dimîne, kişandin.
Serokê Komeleya Wêne û Sînemayê ya Bitlîsê Ejder Bakirhan di daxuyaniya xwe da destnîşan kir ku wan ligel wênegiran tureke tekneyê li dar xist da ku qefên çavpêneketî û bedewiya bêhempa yên Gola Wanê bibînin.
Bakirhan diyar kir ku wan gelek wêneyên xweşik kişandin û wiha xeberda, "Li vir gelek ciyên xweş hene ku terîfa wan ne pêkan e. Şikeft, qef û masiyên vir pir xweş in. Teqez divê herkes were û bibîne."
Bakirhan bal kişand ku kesên bo cara pêşiyê tên vir, hejmetkar dimînin û wiha dewam kir, "Geştên me yên bi vî rengî wê dewam bikin."