Elif Orhan
13 Sibat 2018•Rojanekirin: 13 Sibat 2018
ANKARA
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan li Îskîtlerê esnaf ziyaret kirin.
Erdogan nîvro bi balafirê hat Enqereyê û dema ku diçû Kulliyeya Serokomariyê dikenekî li ser rêya xwe ziyaret kir.
Serokomar Erdogan li dikana ku lastîkên otomobîlan difroşe demekî rûnişt û li ser gotinên welatiyan ên wekî "Reîsê min, me jî bibin Efrînê, em hemû amade ne, bi îzna Xwedê emê can bidin. Em bi şev û roj ji bo eskerên xwe dia dikin." got ku "Ewelallah ev gel çawa ku me di 15ê temûzê de got ku "li qadan, ji bo Xwedê li qadan' her kes daket kolanan niha jî dema ku em bibêjin 'Efrîn' ev gel amade ye."
Li ser van gotinên Erdgan welatiyekî got ku "Li mala me şeş can hene, bila her şeş jî feda bibin. Bila ji rêya we re feda bibe, ji vê welatê re, vê gelê re, vê dînê re ji her kesê re feda bibe."
Serokomar Erdogan di dema ziyaretê de bi du welatiyan re jî cuda cuda li ser telefonê axivî.
Erdogan piştî ziyaretê ji dikanê derket û silav da welatiyên ku bi tazahuratên wekî "Reîs me bibe Efrînê", "lêxe lêxe bila binale PKK guhdar bike" li benda wî bûn.