ORDU
Xelkê gunde Yenîozû ya li ser wilayeta Orduyê diayê baranê kir. Melayê navçeyê Cemal Uzun Qur'an xwend û dest bi diayê baranê kir.
Bername li hewşa mizgefta Yagmurlarê hat li dar xistin û welatiyan 2 rekat nimêj kir.
Serokê Şaredariya Perşembeyê Selamî Çarkçi daxuyaniyek da û wiha got: "Ev 5 meh e baran nayê. Ji ber vê bindeq û gelek berên nêzîkî 1000 kesî zîrar dît. Me jî got em ê dia bikin. Îro li vir ji 30 gundan 3 hezar kesî ji bo baran bibare dia kir.
Miftiyê navçeya Perşembê Cemal Uzun diyar kir ku ji bo diayê barane li vir in. Uzun, weha got: "Daxwaza me ew e ku baran bibare û berên me bi bereket bin."
Ji ber diaya baranê hin welatî giriyan.