Serokê Giştî yê AK Partiyê û Serokwezîr Ahmet Davutoglu diyar kir ku Pêvajoya Çareseriyê bi axaftina Serokomar Recep Tayyîp Erdogan ya ku di sala 2005an de li Diyarbekirê kir dest pê kir û gelek kumpas, tehrîq û pirsgirêkan xwestin rê lê bigirin û wiha dewam kir: "Êdî li vî welatî cihêtiyên wek tirk, kurd, elewî û sunîtiyê ji bo ku fesadiyê têxin nav xelkê vî welatî wê neyên bikaranîn. Li Tirkiyeyê wê zimanê çek û tundiyê bi dawî bibe û pêşiya siyaseta demokratîk dê vebibe."
Davutoglu di Kongreya Asayî ya 4emîn a Şaxa Ciwaniyê ya AK Partiyê ya ku li Eywana Sporê ya Ataturkê hat lidarxistin de axivî û ragihand ku 28ê sibatê nîşaneya Tirkiyeya berê ye û qala 3 rûdanên girîng ên Tirkiyeya nû kir.
Serokwezîr destnîşan kir ku ji wan rûdanan yek Pêvajoya Çareseriyê ye lewra êdî ew 28ê sibata ku hemû cûdahiyên merivan wek vederkirinê bi kar dianî nema û li Tirkiyeya nû wê tu kes ji ber nijad, ziman, zarave, şalpe û cudahiyên xwe yên din neyê vederkirin.
Davutoglu got ku Pêvajoya Çareseriyê ji bo biratiya ferdên milet hat îlankirin û hat asteke nû û ciwan wê êdî li serê çiya û kolanan êdî nebin dijberê hev.
Serokwezîr Davutoglu diyar kir ku ciwan temînata pêşeroja vî welatî ne û wek kalên wan ên ku di artêşa Selahadîn Eyyûbî û Alparslan de li cem hev dimeşiyan bimeşin û wiha dewam kir: "Pêvajoya Çareseriyê bi axaftina Serokomar Recep Tayyîp Erdogan ya ku di sala 2005an de li Diyarbekirê kir dest pê kir û ji gelek kumpas, tehrîk û pirsgirêkan ku xwestin rê lê bigirin li pişt xwe hişt. Êdî li vî welatî cihêtiyên wek tirk, kurd, elewî û sunîtiyê ji bo ku fesadiyê têxin nav xelkê vî welatî wê neyên bikaranîn. Li Tirkiyeyê wê zimanê çek û tundiyê bi dawî bibe û pêşiya siyaseta demokratîk dê vebibe."