Önder Beyter
26 Nîsan 2018•Rojanekirin: 26 Nîsan 2018
TBMM
Parlamenterê Konyayê yê AK Partiyê Ahmet Davutoglu diyar kir ku ew ê nebe namzedê parlamenteriyê.
Parlamenterê Konyayê yê AK Partiyê Ahmet Davutoglu: "Dema aîdiyeta min a AK Partiyê dewam dikir, dema ez Serokê Giştî yê duyemîn ê AK Partiyê û Serokwezîrê sêyemîn bûm, ez tevlî tu hereketeke siyasî, fealiyet an jî organîzasyoneke siyasî a dervayî AK Partiyê nebûm, ez nabim û ez vê yekê berevajiyê exlaqa xwe ya siyasî dibînim. Heger ez qesda tiştekî bi vî rengî bikim ez ê nasnameya xwe ya AK Partiyê bidim alî ku çi niyeteke min a wiha tuneye û wê nebe jî. Ji ber hindê, AK Partî çi biryarê werbigire, ew biryar a min e jî û namzedê AK Partiyê birêz Serokomar Recep Tayyîp Erdogan, namzedê me hemûyan e."