ERBÎL
Li gor agahiyên ku nûçegîhanê AAyê bi dest xist Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) dixwaze ku konferans zû dest pê bike.Di bin vê çarçoveyê de duh civîna lijneya amadehiyê hat li dar xistin û biryarek hevpar hat girtin. Dê konferans 19ê tebaxê dest pê bike û 3 rojan dewam bike.
Lijneya amadehiyê ya ji 21 kesan pêk hatî, kesên ku dê beşdarî konferansê bibin diyar kirin. Tê payîn ku di serî de Îraq, Tirkiye, Surî, Îran û ji welatên din bi tevahî 500 delege dê kurdan temsîl bikin.