Li gor nûçeya Hrana ya ajansa Aktîvîstên Mafên Mirovan 6 kurdên sunî yên ku navên wan Hemîd Ehmedî, Kemal Mollayî, Cemşîd Dehkanî, Cîhangîr Dehkanî, Sadiq Mihemedî û Seyyîd Hadî Huseynî li bajarê Kereçê danê sibê di saet 04.00an de hatin dardekirin.
Li welêt û derveyî welêt gelek rêxistinên mafên mirovan ku îdam bên sekinandin serî li meqamên Îranê xistibûn. Hinek merivên girtiyan jî ev çend roj bûn li ber hepsa Recaî Şehrê dest bi çalakiya rûniştinê kiribûn.