Li New Yorkê Cihûyên Hasîdîk dema Serokwezîrê Îsraîlê Binyamîn Netanyahu di Kongreya DYAyê de axivî ew protesto kirin.
Serokwezîrê Îsraîlê Binyamîn Netanyahu di Kongreya DYAyê de axivî. Dema Netanyahu diaxivî li ber avahiyê Serkonsolosxaneya New Yorkê ya Îsraîlê protestoyeke mezin hat kirin.
Komeke cihûyên Hasidîk ya ku ji hezarî zêdetir merivî pêk dihat di çalakiya xwe de gotin ku Netanyahu wan temsîl nake û divê li ser navê wan neaxive.
Berdevkê Kongreya Hahamên Navendê Aron Jacobowitzê ku beşdarî protestoyê bû ji nûçegihanê AAyê re got ku ew dixwazin bibêjin ku dewleta Îsraîlê nikare li ser navê wan biaxive û ji bo vê protestoyê dikin.
Haham Jacob Kellme jî wiha axivî: "Netanyahu guh neda Obama û çû Kongreyê. Milyonan cihû ji ber vê tevgera wî aciz bûn. Em hatin vir ku bibêjin ew nikare li ser navê hemû cihûyan biaxive."
Ji bilî koma cihûyan li New Yorkê komeke din a amerîkî, ereb û cihû li hev civiyan û xwepêşanek li dar xistin. Kom li Qada Tîmesê li hev civiyan û pankartên li ser "Bi Îranê re aştî", "Netanyahu li hember DYAyê mêraniyê neke", "Em ê dengê xwe bidin bihîstin", "Em ê bê deng nemînin" nivîsandin hildan destê xwe.
Cihûyên hasîdîk li gor emr û qedexeyên Tewratê tevdigerin û dibêjin ku Îsraîl wan temsîl nake. Ji ber ku di medreseyên jê re dibêjin "Yeşîva" de perwerdeyê dibînin û naxwazin leşkeriyê jî bikin.