31 Rêbendan 2017•Rojanekirin: 31 Rêbendan 2017
QUDIS
Binyamîn Netanyahuyê Serokwezîrê Îsraîlê piştî biryara Donald Trumpê Serokê DYAyê ya li ser sînorê Meksîkayê avakirina sînor, daxuyaniya da di navbera Îsraîl û Meksikayê da bû sedema ragêşiyê.
Li gor daxuyaniya ofîsa Serokwezîriya Îsraîlê Netenyahu wiha got: "Min bal kişand ser serkeftina Îsraîlê ya di warê dîwarê ewlehiyê da. Min der barê têkiliyên DYA û Meksîkayê da xeberneda."
Netanyahu destnîşan kir xelet hatiye fehmkirin û got di navbera Îsraîl û Meksîkayê da têkilî û pêwendiyên baş hene û wiha dewam kir: "Bi Enrique Pena Nietoyê Serokê Dewleta Meksîkayê ra têkilî û pêwendiyên min ên baş hene û wê ev bidome."
Di nûçeya radyoya dewletê ya Îsraîlê da hat ragihandin ku Serokomarê Îsraîlê Reuven Rîvlîn ji bo ku gotinên Netenyahû bide fêmkirin, wê bi hempîşeyê xwe yê meksîkayî ra li ser têlefonê biaxive.
Netenyahû der heqê biryara li ser sînorê Meksîkayê înşakirina dîwar ya Trumpê Serokê Amerîkayê da li ser hesabê xwe yê Twîtterê roja şemiyê daxuyanî dabû û wiha gotibû: "Serok Trump mafdar e. Min li ser sînorê başûrê Îsraîlê dîwar danî. Hemû koçerên îllegal dan sekinandin. Ev fikreke nûwaze ye."
Rêvebiriya Meksîkayê piştî vê daxuyaniya Meksîkayê gazî balyozê Îsraîlê yê Meksîkayê kiribû. Wezîrê Karên Derva yê Meksîkayê Luîs Vîdegaray jî duh daxuyanî dabû û gotibû ku Netenyahû ji ber gotinên xwe lêborînê bixwaze dê baş bibe û ew li bendê ne ku mijar were ravekirin.