Türkan Tosun
2017 ж. 17 желтоқсан•Rojanekirin: 2017 ж. 18 желтоқсан
CAKARTA
LI Cakartataya paytextê Endonezyayê biryara Amerîkayê ya ku Qudsê wek paytextê Îsraîlê qebûl dike, hat protestokirin.
Meclisa Ulemaya Endonezyayê (MUI) li Qada Monasê çalakiyek li dar xist û bi deh hezaran kes beşdarî vê çalakiyê bûn.
Çalakvanên ku di destê wan de alayên Filistînê û pankartên ku li ser "Em li cem Filistîniyan in", "Filistîna Azad" hene li dijî Amerîka û Îsraîlê diruşm berz kirin.
Ma’ruf Amînê Serokê MUIyê di çalakiyê de bangî gel kir û got alav û melzemeyên Amerîkayê boykot bikin, nestînin.
Amîn got misilman di nav hemû şert û mercan de divê Filistînê biparêzin û ew piştgiriyê didin biryara "Qudsa Rojhilat wek paytextê Filistînê qebûlkirin"ê.
Wezîrê Karên Diyanetê Lokman Hekîm Saîfuddin jî got ew piştgiriyê dide serxwebûna Filistînê .
Gelek cimaet û saziyên sivîl beşdarî çalakiyê bûn û polêsan tevdîrên ewlehiyê dîtin.