Nihat Kavşut
06 Tîrmeh 2018•Rojanekirin: 07 Tîrmeh 2018
ANKARA
Wezîrê Karên Derva Mevlut Çavuşoglu: "(Amerîka) Di nexşerêya me da lihevkirineke eşkere heye ku piştî Minbic hat temamkirin derbasî herêmên din bibin."
Çavuşoglu bû mêvanê Maseya Edîtoran ya Ajansa Anadoluyê (AA) û der barê rojevê da axivî.
Wezîrê Karên Derva Çavuşoglu der barê mijara Minbicê da wiha got: "Di nexşerêya me da lihevkirineke eşkere heye ku piştî Minbic hat temamkirin derbasî herêmên din bibin."
Çavuşoglu destnîşan kir ku heger YPG/PKK li Minbicê ji herêmên xeta dewriyeyê vekişe ev nayê wê meneyê ku YPG/PKK ji Minbicê vekişiyaye.
Wezîrê Karên Derva Çavuşoglu ji bona meseleya di navbera Amerîka û Îranê da got ku em biryarên (sepanên) Amerîkayê yên der barê Îranê da rast nabînin.
Çavuşoglu ji bona mijara S-400î destnîşan kir ku rêvebiriya Amerîkayê (ji ber meseleya S-400î) naxwaze têkiliyên xwe yên bi Tirkiyeyê ra xera bike.
Mevlut Çavuşoglu der heqê FETOyê da destnîşan kir dema ku her tiştî daynin ser maseyê wê bibînin ku Amerîka çiqasî cidî ye û got divê Amerîka mutefîqekî wekî Tirkiyeyê wenda neke.
Wezîrê Karên Derva Çavuşoglu bal kişand ser qedexekirina sembolên PKKyê û wiha got: "Awistiryayê xebateke wekî mînaka qanûna li Almanyayê da destpêkirin. Dibe payîzê bê ber destê parlamentoyê."
Çavuşoglu der barê operasyonên li Iraqê dijî PKKyê tên meşandin da got ji bona ku PKK ji axa Iraqê bê paqijkirin çi hewce bike em ê bikin.
Mevlut Çavuşoglu der barê têkiliyên bi Yekîtiya Ewropayê (YE) ra diyar kir ku ji serokatiya heyamê ya Awistiryayê tu hêviyeke wan tuneye û got em li bendê nînin ku Awistirya biryareke radîkal hilde.
Çavuşoglu der barê têkiliyên Îsraîl û Tirkiyeyê da destnîşan kir ji bo têkiliyên me digel Îsraîlê normal bibin divê Îsraîl zilma xwe bi dawî bîne û însanan nekuje.
Wezîrê Karên Derva Çavuşoglu der barê binçavkirina Ebru Ozkanê da diyar kir dijî welatiyên me yên diçin Qudsê gavên tund diavêjin û got em ê jî bersiva hewce dike bidin.