Nihat Kavşut
06 Tîrmeh 2018•Rojanekirin: 06 Tîrmeh 2018
ANKARA
Serokomar Erdogan: "Ji ber jimara parlamenteran û rewşa welêt em ê Îtifaqa Cumhur li Meclisê jî berdewam bikin."
"Beşdariya di hilbijartinê da ji sedî 86,24 bi rêjeyeke gelek zêde çêbû. Ez ji vir li ser nav û gelê xwe sipasiya 50 milyon û 68 hezar û 627 welatiyên xwe dikim ku di hilbijartina serokomariyê da ray avêtin."
"CHPyê ji bona ku partiya di bin emrê rêxistina terorê ya cudakar da ye ji bendê derbas bike ji hin hilbijêrên xwe xwest ku rayê bidin wê partiyê."
"Em bangî CHPyiyên ku hezkiriyê welat, gel, komar û dewleta xwe ne dikin ku ji ber vê şermê ji rêvebiriya partiya xwe hesab bipirsin."
"Partiya Tirkiyê ya herî kevn kirine pêlîstoka çend kesên li Rojava û rêveberên rêxistinên terorî, hem millet hem jî tarîx dê hesabê vê bipirsin."
"Roja duşemê emê sondê bixwin û Biryarnameya 1emîn a Serokkomariyê biweşînin. Bi vê re emê wezaretên nû damezirînin û kabîneya xwe ragihînin."
"Heger CHP di nav xwe da hesab nepirse têkiliya di navbera rêxistina cudakar û partiya mixalefeta sereke da wê veguhere têkiliyeke bingehîn."
Erdogan li ser Sîstema Hikûmete ya Serokkomariyê got: "Di plana pêşî de wezîr, cîgirên wezîran, serokên saziyên nû û heta miduran heta dereceyekê diyar bûn. Emê rêxistinên ku karên nêzîkî hev dikin bigihînin hev û yên neçalak mane bigirin. Em xebata dewletê bilez û çalak dikin."
"Dema em encama hilbijartinê binirxînin emê ferqa di navbera hilbijartina serokkomarî û parlamenteriyê de baş analîz bikin. Encamên ku AK Partiyê di 2007, 2011 û Mijdara 2015an de, û di referandûmên 2007, 2010 û 2017an bi dest xistine li holê ne. Di muqabilî vê de, me Hezîrana 2015an û vê hilbijartina dawiyê jî encamên ku divê em bi dirêjî li ser bisekinin bi dest xistin. Em ne partiyeke wisa ne ku bi yekemînbûnê têr bibin."
"Berevajî wanê nekarîn îtifaqa xwe bidomînin em ê bi baweriya ku ji bona dewlet û gelê me bibe sedema xizmetên xêrê em ê xwedî li vê îtifaqê derkevin."
"Li pêşiya me hilbijartinên herêmî hene û em ê heta hilbijartinê encamên 24ê Hezîranê binirxînin û gavên hewce dikin biavêjin."
"Ez heta Adara 2019an navê şaredartiyê wek "seferberiya şaredartiya qelbî" datînim."
"Eger em nikaribin bikevin dilê welatiyan û pozbilindiyê bikin, li qisûrê nenêrin ev millet ne zarokên ber şeqaman in. Dê carekê deng bide, du caran deng bide piştre deyne aliyekî. Jixwe xweşiya demokrasiyê jî ev e."
"Ez bawer dikim ku ji xeynî şaredariyên heyî em ê şaredariyên din jî tevlî sefên partiya xwe bikin."
"Em ji ber nefsbiçûkiya xwe mezin dibin. Ji ber ku nefsbiçûkiya me ji dest çû bi eşkereyî rayên me ketin."
"Bi kongreya me dê rêxistinbûneke nû çêbibe. Emê hem di Lijneya Navendî hem jî di Rêveberiya Navendî de guherînekê bikin. Piştî wê meşeke dirêj dest pê dike. Emê hilbijartinên mehellî bidin destpêkirin. Emê di vê meşê de li qabiliyet û jêhatîbûnê binêrin û wisa gavan biavêjin."
"Em îro ji duh bihêztir in, lê divê em vê hêza xwe li ser nefsbiçûkiyê mezin bikin."
"Em niha bi wezîrên ku ne ji partiyê ne kabîneyekê ava dikin."