2015 ж. 27 қазан•Rojanekirin: 2015 ж. 28 қазан
WASHINGTON
Şirketa hiqûqê ya navneteweyî Amsterdam&Partnersê daxuyand ku der barê rêxistina terorê ya Fethullahciyan de lêkolîn dane destpêkirin ku li dinyayê çawa şax berdane.
Rayedarê şirketê Robert Amsterdam li Washîngtona paytextê Amerîkayê der barê lêkolîna şirketê de daxuyanî da rojnamevanan.
- Jêpirsînên ku FBI û saziyên din dane destpêkirin
Amsterdam got ku rêxistina FETOyê xwe wek "ji bo aştî û diyaloga di navbera dînan de xizmetê dike" bi nav dike, lê di heman demê de tê sûcdarkirin ku li Tirkiyeyê hewl dide ku hikûmeteke ku hatiye hilbijartin, têk bibe.
Amsterdam daxuyand ku li Amerîkayê FBI û saziyên din jî der barê ku "vîzeyan suîstimal kirine" û "mijara perwerdeyê de" jêpirsin dane destpêkirin.
Amsterdam di daxuyaniya xwe de wiha axivî: "Dema hûn li tevgerên rêxistina Gulen dinihêrin, li Amerîkayê ji ber ku di dibistanan de birêvebiriyeke nebaş û di fonan de beyanatên xelet didin, tên sûcdarkirin. Ji bilî vê bexş û pereyên siyasî yên nediyar jî hene. Bi taybetî jî li cihên ku dibistanên wan mezintir dibin û yan jî rîsk lê heye, ev bexş hene. Rêxistina Gulen ne bi tenê rêxistineke sade ya ku ji bo xêr û perwerdeyê dixebite ye. Di destpêka jêpirsîna me de jî me dît ku ev rêxistin li her herêmê û li her welatî hewl dide ku têkiliyên siyasî bi dest bixe. Bi tenê ji ber vê sedemê jî divê der barê vê rêxistina ku ne şeffaf e de jêpirsînek zû de bihata destpêkirin, lê dereng man."
Amsterdam Fethullah Gulen wek şexsekî dînî û siyasî bi nav kir û got ku ev rêxistin qasî ku tê texmînkirin zêdetir mezin e û wiha dewam kir: "Li Amerîkayê gelek kes nizane ku ev rêxistin çiqas bi tesîr e."
Amsterdam daxuyand ku dibistanên ku girêdayî rêxistinê ne di salê de 150 milyon dolar pere ji dewletê distînin û ev jî suîstîmalek e.
Amsterdam bi taybetî dibistanên li eyaleta Ohîoyê wek mînak nîşan da û got ku ev dibistan him nikarin pereyan û him jî nikarin xwendekaran îdare bikin.