Parêzer Yildirim di nameya xwe ya gilîdarbûnê de ya ku da Serdogeriya Komarê ya Stenbolê de destnîşan kir ku piştî operasyona ku navenda wê Stenbol e, karên MÎTê yên ku razên dewletê ne û razên aboriya neteweyî hatin eşkerekirin û bi bêisûlî teqîbkirina teknîk hatiye kirin.
Di nameyê de ev îfade cih digrin: "Ev operasyon heke operasyona gendeliyê bûya, piştî ku kesên navên wan tê de derbas dibin îstifa kirin, divê li benda temambûna pêvajoya dadê bihata sekinandin. Lê pevajoyê nîşan da ku ev ne operasyona gendeliyê ye, armanc ew bû ku hikûmeta heyî û ya meşrû hilweşînin. Di vê noqteyê de yên ku qala serxwebûna dadê dikin, di rastiyê de cimaet û îdeolojiya cimaetê diparêzin. Guhdarîkirinên dereqanûnî, guherandina tapeyan û kasetên montaj, helwesta dadger û dozgeran nîşan dide ku ev senaryoya aloziyê ji hêla xoce û lonceyan ve hatiye amadekirin û nivîsandin."
Di nameya gilîdarbûnê de hat destnîşankirin ku operasyona ku navenda wê Stenbol e, zirareke mezin daye aboriya neteweyî.
Piştî nameya gilîdarbûnê ya Hudaverdî Yildirim ku bi nimroya 2014/28340 hat qebûlkirin, name çû ber destê Serdozgerê Komarê yê Stenbolê Erhan Gulcan.