28 Berfanbar 2015•Rojanekirin: 29 Berfanbar 2015
NEW YORK
Hat ragihandin ku li Amerîkayê ji ber ku ev hefteyeke hewa sar û nebaş e, li çend bajaran 43 kes mirin.
Piştî eyaletên başûr, li herêmên bakur û hundir de jî hewa her diçe sar dibe û jiyana mirovan zehmettir dike. Hejmara kesên ku mirine jî her diçe zêde dibe.
Li gor agahiya Ajansa Rêvebiriya Alîkariya Acil di nav hefteyekî de li giştiyê welêt 43 kes mirin.
Li Mîssîssîppiyê 10 kes, li Tennesse, Arkansas û Alabamayê 9 kes, li Teksasê 11 kes, li Illînoîs û Mîssouriyê jî 13 kes ji ber hewaya nebaş û lehiyê mirin.
Li bajarê Alburquerque jî ji ber hewaya nebaş 180 qezayên trafîkê çêbûn. Li Teksasê 50 hezar, li New Mexîcoyê jî 10 hezar abone bê ceyran man.
Hat ragihandin ku li New Mexîcoyê qalindahiya berfê ji 60 santêmê bilinttir bû.
Ji ber hewaya nebaş li eyaletên Teksas, Oklahoma, Mîssouri û New Mexîcoyê rewşa derasayî hat îlankirin, di hezarî zêdetir kargeh û avahiyan de zirarên mezin çêbûn.
- Li rojhilatê DYAyê jî hewa pir germ e
Li Amerîkayê her çiqas li eyaletên başûr û li herêmên di hundir de hewa nebaş be jî, li eyaletên rojhilatê germahî zêde ye.
Li Washîngtonê germahiya hewayê di nav 50 salan de gihîşte asta herî bilind û bû 23 pile. Li Orlandoya bajarê Florîdayê jî ji sala 1921an vir ve germahiya hewayê yekem care ku bû 30 pile. Li New Yorkê jî germahî gihîşte 22 pileyan.