Li Amerîkayê nexweşiya sorikan belav dibe
Tevî New Yorkê li 26 eyaletên Amerîkayê ji serê salê vir va hejmara kesên bi nexweşiya sorikan ketin gihîşte hezar û yekê
New York
Amerîkayê tevî New Yorkê li gelek eyaletan ji serê salê vir va nexweşiya sorikan tê dîtin û hejmara kesên bi vê nexweşiyê ketin gihîşte hezar û yekê.
Navenda Kontrol û Astengkirina Nexweşiyan a Amerîkayê hejmara nû ya nexweşên bi sorikê ketin eşkere kir.
Hat diyarkirin ku tevî New Yorkê li 26 eyaletên Amerîkayê ji serê salê vir va hejmara kesên bi nexweşiya sorikan ketin gihîşte hezar û yekê.
Her wiha hat destnîşankirin ku ev hejmar di nav 27 salên dawîn da ya herî zêde ye.
Amerîkayê di sala 2000î da ragihadibû ku nexweşiya sorikan ji binî va hatiye bilandin, lê îsal dîsa nexweşiya sorikan belav bû.
Serê mehê li New Yorkê bi taybetî li herêmên Cihû lê zêde ne nexweşiya sorikan belav bûbû û rewşa acil a tenduristiyê hatibû îlankirin.