Dinya

Rejima Esed di eydê da jî qir kir: 5 kuştî

Li Sûriyeyê balafirên rejima Esed di roja duyemîn a Eyda Remezanê da êrîşî herêmên nav sînorê "Herêma Kêmkirina Rageşiyê ya Îdlibê" kirin û di êrîşan da 5 sivîl hatin kuştin

İbrahim Atmaca  | 05.06.2019 - Rojanekırın : 06.06.2019
Rejima Esed di eydê da jî qir kir: 5 kuştî

İdlib

Li Sûriyeyê balafirên rejima Beşar Esed roja duyemîn a Eyda Remezanê êrîşî herêmên nav sînorê "Herêma Kêmkirina Rageşiyê ya Îdlibê" kirin û di êrîşan da 5 sivîl hatin kuştin.

Rejima Esed ji danê sibehê pê va êrîşa esmanî û bejahî dibin ser bajaroka Kensafra, gundên Et Tuh, Der Sunbul û Kefer Awidê ku nav sînorê "Herêma Kêmkirina Rageşiyê ya Îdlibê" da ne.

Li gor agahiya ku ji çavkaniyên herêmî hat hildan li Kefer Awida gundê Îdlibê di êrîşa esmanî da 5 sivîl hatin kuştin.

- Rewşa li "Herêma Kêmkirina Rageşiyê ya Îdlibê"

Bajarê Îdlibê ku dikeve bakurê rojavayê Sûriyeyê, hema bêje ji destpêka şerê navxweyî heta niha weke keleha mixalifan e. Vê gavê bi koça navxweyî va nifûsê Îdlibê derketiye 4 milyonî. Navenda bajêr di adara 2015an da ketibû destê mixalifan. Îdlib di nav bajarên ku herî zêde dibin hedefa rejimê da ye.

Tirkiye, Rûsya û Îranê di civîna Astanayê ya 4-5ê gulana 2017an da Îdlib û derdora wê weke "Herêma Kêmkirina Rageşiyê" îlan kiribû. Piştî êrîşên hêzên rejimê Tirkiye û Rûsya ji bo herêma navborî li ser mitabaqateke din li hev kiribûn.

Rejim bi alikariya piştgirên xwe va digel mitabaqata ku di 17ê îlona 2018an da li Soçiyê hat îmzekirin, êrîşên xwe didomîne. Dema ku Tirkiye, Rûsya û Îranê di 25-26ê Nîsanê da li Nur Siltana paytextê Qazaxistanê civîna 12emîn dikir, êrîş zêde bûn û ji wê demê heta niha dewam dikin.

Li gor çavkaniyên parastina sivîl li Sûriyeyê meha çûyî bi destê artêşa rejima Beşar Esed û terorîstên biyanî ku Îran piştevanê wan e, 59 jê zarok 231 sivîl hatin kuştin, 659 kes birîndar bûn.

Rejima Esed û piştgirên wê ji 17ê îlona 2018an vir va agirbest binpê kir û bi êrîşên xwe va 553 hezarî zêdetir sivîl ji cî warên wan kirin.

Rejima Esed û komên terorîst ên Îran piştgiriyê dide wan, bi piştgiriya esmanî ya Rûsyayê va nêzî 3 hefte berê li ser "Herêma Kêmkirina Rageşiyê ya Îdlibê" êrîşên berfireh dan destpêkirin û qadeke dora 100 kîlomêtreqareyî bi dest xist. Mixalifên eskerî jî ji bo ku herêmên ketine destê hêzên rejimê ji destê wan derxin, car caran operasyonan dikin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.