Parlementera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Mêrdînê Gulser Yildirim, Hevseroka Şaredariya Nisêbînê Sara Kaya, Hevserokên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) ên navçeyê Şehabettîn Guler û Zînet Algan, nûnerê Sendîkaya Genel-Îşê yê Nisêbînê Mehmet Sakîn jî di nav de gelek kes ji bo êrîşên DÎŞIyê yên li ser Kobana bajarê Sûriyeyê protesto bikin, li ser bûlwara Şîrînê hatin bal hev.
Koma ku ber bi sînor ve meşiya li hinda xaçerêya DSÎyê ji aliyê polêsan ve hatin sekinandin. Di hevdîtinên ku polês û HDPyiyan kirin de tu encam derneket.
Di dema ku ji wesaîtên bi zirx ên polêsan bang li komê hat kirin, hin kesên rûpêçayî bi molotof, kevir û fişekên hewayî ve êrişî hêzên ewlekariyê kirin.
Polêsan jî bi ava guj û xaza îsotê ve mudaxaleyî komê kir.
Di vê navberê de hindik mabû ku molotofek li Hevseroka Şaredariya Nisêbînê Sara Kayayê bikeve.