Li Nisêbîna navçeya Mêrdînê polês Yakûp Meteyê di êrîşa biçek de giran birîndar bibû, li nexweşxaneya ku tedawî didît şehîd bû.
Li gor agahiyan polês Yakûp Meteyê (20) li Miduriyeta Ewlehiyê ya bajarê Mêrdînê wezîfe dikir û li ser nifûsa Nîsêbînê qeytkiri bû dema çû mala bavê xwe yê li taxa Akarsûyê betlenê, rastî êrîşa biçek hat.
Mete piştî midexeleya ewil ya li nexweşxaneya Dewletê ya Nisêbînê sewqî Nexweşxaneya Dewletê ya Mêrdînê hat kirin. Li vira digel hemû midexeleyan cangorî bû.