Midîbusa ku ji Batmanê diçû Wanê wergeriya û 25 polês tê de birîndar bûn. Polêsên birîndar rakirin nexweşxaneyên Bitlîs û Tetwanê.
Li gor agahiya ku hat bidestxistin midîbusa ku polêsên Midûriya Emniyeta Batmanê dibir, li ser rêya Bitlîs û Baykanê ji ber baranê şiqitî û wergeriya.
Piştî qezayê 25 polêsên ku birîndar bûn, rakirin nexweşxaneyên Bitlîs û Tetwanê û tên tedawîkirin.
Hat gotin ku polês ji bo merasima Serokomar Recep Tayyîp Erdogan ya Wanê hatin wezîfedarkirin.
Midûrê Emniyeta Bitlîsê Fatîh Kaya piştî qezayê li Nexweşxaneya Dewletê ya Bitlîsê birîndar ziyaret kirin û der heqê rewşa wan de agahî hilda.
Qaymeqamê Tetwanê Murat Erkan piştî ku birîndar ziyaret kirin, daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku wesayîta polêsan li hinda Buzlupinarê qeza kiriye.
Erkan got ku birîndar rakirin nexweşxaneyên Bitlîs û Tetwanê û wiha got: "Tehlîlên wan hat kirin. Şikir rewşa kesî giran nîne. Derbasî be."