Eskeran 26 efxanên ku hindik mabû ji ber sermayê biqerisin, xilas kir.
Duh 33 efxan bi rêyên qaçax derbasî Çaldirana navçeya Wanê bibûn. Ji efxanan 6 zarok û jinek ji ber sermayê qerisîbûn û miribûn.
Tîmên Fermandariya Alaya Hidût a 6emîn a girêdayî Fermandariya Hêzên Bejayê, dema ku xebatên xwe yên çavdêriyê yên ser sînor didimondin qaçax tesbît kirin. Bi saya ekîbên eskeriyê 26 sivîl ji mirinê hatin xilaskirin.
Yekîneya ku berpirsiyarê ewlehiya sînorê Îran û Tikriyeyê ye, bi şev li ser hidûd komeke qelebalix dît. Li ser vê agahiyê, hêzên ewlehiyê çûn herêmê, li herêmê komeke ku 14 jê zarok, 5 jî jê jin bi tevajî 33 efxanên ku bi rêyên dereqanûnî derbasî aliyê sînor ê Tirkiyeyê bibûn, dîtin.
Efxanên ku dema ekîbên ewlehiyê dîtin, kêf kirin. Eskerên ku li cihê bûyerê zarokên qerisî dîtin kelegirî bûn û ji bo bi yên mayîn tiştekî nebe, cil û bergên xwe derxistin û li wan kirin.
Eskeran biyanî anîn fermandariya Tabûrê, li vir şîva germ û çay dan wan û di nav nivînên xwe de ew kirin xewê. Her wiha eskeran ji malên xwe jî cil û lîbasên zarokên xwe anîn û li zarokên efxan kirin.
Tegmen Bûrak Serdar Bîlgeç ji nûçegihanê AAyê re qala bûyerê kir, got ku ew gava ku çûn cihê bûyerê rewşa biyaniyan ne baş bû.
- "Leşkerên me kelegirî bûn"
Tegmen Bîlgeç got ku heke leşkeran ew nedîtana dê hemû biqerisiyana û bimirana û wiha dewam kir: "Gava ku em çûn herêmê me jineke ku qerisî bû dît. Hindik mabû ku 5 zarok jî biqerisin. Eskeran hema sakoyên xwe derxistin û dan jin û zarokan. Hin leşkerên me nikaribûn li ber xwe bidin û ji ber vê rewşê giriyan. Me bi lez û bez penaber birin qereqolê. Ekîbên servîsa acil 112 hatin cihê qereqolê û li vir midaxaleyî wan kirin. 5 kesên ku rewşa wan xedar bû sewqî Wanê kirin. 6 zarokên ku temenê wan di navbera 5 û 10an de bû jî mirin. Yên mayî niha mêvanê me ne."
Ji efxanan Ramîn Ahashîmî got ku ew 12 saetan meşiyan, germahiya hewayê di bin sifirê de 12 pile bû.
Ahashîmî got ku ew piştî rêwîtiyeke dijwan gihiştin Tirkiyeyê û wiha dewam kir: "Me rêya xwe şaş kiribû. Min jineke ku ser berfê piyê pêxwas dimeşiya dît. Ew jin, ji ber sermayê qerisî. Marola me xirab bibû û hêviya me nemabû. Heke eskeran em nedîta em ê bimirana. Em minetdarê leşkerên tirk in."