HATAY
Li gor agahiyan li gundê Kiyigorena li ser navçeya Altinozuya Hatayê dema leşker derketine dewriyeyê ji aliyê Suriyê gule hat berdan. Di encama vê bûyerê de 3 leşker birînda bûn û ji wan yek jî çawuşê pispor e.
Hat ragihandin ku leşkerên birîndar rakirine Nexweşaxaneya Antakyayê ya Dewletê û tenduristiya wan baş e.
Daxuyanî hat dayîn ku ev êrîş ji hêla qaçaxcîyan ve hatiye kirin û ji qereqola sînor bi gulan bersiva wan hatiye dayîn.