HATAY
Jinên ji ber şerê navxweyî yê Sûriyê revîn, li navçeya Reyhanliya Hatayê bi derfetên xwe navenda rehabîlîtasyonê damezrandin. Niha li vir ji derdê jinên belengaz re dibin derman.
Jinên ku mêr, zarok, mal û milkê xwe di şer de wenda kirin, bi hesreta welatê xwe di nav xem û xeyalan de dijîn. Ji malbatên xwe dûr, ji derd û kulên xwe re li şifayê digerin.
Esma Emîne Sûsiya sûriyeyî, li navenda rehabîlîtasyonê du meh e ji dil û can dixebite got ku, heta niha bi sedan jinên ku ji şerê navxweyî revîn li vir tedawî bûn. Sûsî diyar kir ku, bi her awayî alîkariyê didin jinan. Bi taybetî jî ji bo jinên belengaz yên ku malbat û xizmên xwe di şer de wenda kirin e hewl didin.
Keça Emîne Şîbîb a bi navê Necah el-Derwîş li navenda rehabîlîtasyonê li diya xwe miqate dibe. Derwîş got ku diya wê dema ku balafira bombe barandine birîndar bûye û ev neh meh in li Reyhanliyê ne û ew jî wek refaqatçî li bal diya xwe dimîne.
Weqfa Alîkariya Însanî ya Maf û Azadiyên Mirovan jî alîkariyê dide Navenda Rehabîlîtasyonê ya bi destê jinên sûriyeyî hat damezirandin.