Hamdî Karakoçê 25 salî li bajaroka Yilmaza li ser Salihliyê dijî, ji bo ku xeyala xwe ya zaroktiyê pêk bîne dest bi xebata çêkirina helîkopterekê kir.
Karakoç ji nûçegihanê AAyê re got ku min du sal berê dest bi çêkirina xeyala xwe zarokatiyê ya helîkopterekê kir û her wiha di wextê xwe yê vala ji vê yekê re xerc dikim.
Karakoç da zanîn ku rojê 2-3 saetên xwe dide çêkirina helîkopterê û got: "Ji zarokatiyê min û pê ve meraqeke min hebû li ser helîkopterê. Min xwe bi xwe digot: 'Ez ê rojekê vê helîkopterê çêkim." Bi salan li ser înternetê û her wiha bi lêkolînên xwe yên din min biryar da ku ez dest bi çêkirina helîkopterê bikim. Min 2 sal berê jî dest pê kir."
Karakoç got ku min perwerdeya xwe ji pola 5emîn û pê ve terk kir û ji bo vê helîkopterê jî ez ê heya dawî bixebitim û axaftina xwe wiha domand: "Perê min kêm e. Ez debara mala xwe bi cotkariyê dikim. Ji bo gewde û hin parçeyên din yên helîkopterê min heya niha 3 hezar lîra xerc kir. Her ku perê min çêdibe, ez ji helîkopterê re perçeyan distînim û hêdî hêdî pê de diçim. Ji bo ku ez çêkirina helîkopterê biqedînim hêj 3 hezar lîra ji min e lazim e."
- "Min helîkopter ji nêz ve nedît"
Karakoç diyar kir ku di emrê xwe de heya niha hîç li helîkopterê siwar nebûye û ji nêz ve jî nedîtiye û her wiha got ku heke ez biqedînim dê helîkoptera min bibe 200 kîlo û tenê kesek dê bikaribe lê siwar bibe.
Karakoç got ku tekane xeyala min ew e ku ez bi vê helîkopterê bifirim û wiha pê de çû: "Ez piştî vê jî dixwazim wesayîteke ku bi enerjiya rojê dixebite çêkim û her wiha ceyrana mala xwe jî ji enerjiya rojê bi dest bixim. Ez vê gavê jî ji hêleke din ve ji bo van projeyên xwe lêkolînê dikim."