ANKARA
Serokatiya Sererkaniyê diyar kir ku helîkoptera Sûriyê ya sînorê Tirkiyê îxlal kir, ji teref balafira F-16yê di saet 14.27an de hat daxistin. Ev lêdan dema ku helîkopter di sînorê Tirkiyê de bû pêk hat.
Li gor daxuyaniya ku li ser malpera Sererkaniyê hat weşandin da hat destnîşan kirin, helîkoptera M-17yê ya Sûriyê ji saet 13.41an pê ve hatiye şopandin. Lewra di wê demê de 26 NM (Mîlê Behrê) nêzî sînorê Tirkiyê bûbû. Herî ku çû helîkopter nêzi sînor bû û di dema ku 5 NM mabû derbasî Tirkiyê bibe hat hişyarkirin. Lê mixabin guh neda hişyariyan û hatina xwe ya ber bi Tirkiyê ve dewam kir.
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Helîkopter di saet 14.25an de li nêzî Qerekola Sînor a Guveççî ya li ser Yayladag a Hatayê nêzî 14 hezar û 200 feeta bilindahiyê de 2 kîlometre di kûriyê de binpê kir. Li ser vê rewşê ji du balafirên F-16yê ku di wê demê de ji bo kontrolê li hewayê bûn yekê di saet 14.27an de di nav sînorên Tirkiyê de lêxist û helîkopter ket aliyê sînorê Sûriyê."