Serokwezîr Recep Tayyîp Erdogan li Avahiya Navend a Serokwezîrtiyê piştî hevdîtinên rûbirû yên bi Serokomarê Îranê Hesen Rûhanî û hevdîtinên di navbera lijneyan de civîna çapemeniyê ya hevpar li dar xist û bersiva pirsan da.
Erdogan li ser pirsa der barê daxistina alaya tirkan a li ser dîreka li Fermandariya Hêzên Hewayê ya 2yemîn a Diyarbekirê de wiha axivî: " Der barê mijara daxistina alayê gotina herî bi şîdet a ku ez bikarim vê mijarê de bibêjim çi be hûn wê ji min bibihîzin. Wezîrê min ê Karên Navxweyî demildest teftîş da destpêkirin. Tabî fermandarên wir û kesên eleqedar jî di nav vê lêkolînê de ne. Zarokbûna wî me eleqedar nake. Heke zarokek mehereta daxistina alayeke ku pîroza me ye, nîşan dide, teqez dê bedêla vê yekê hebe. Bedêla vê yekê çi be, ewên ku ew şandin wir, ew bixwe û ewên din dê hemû vê bedêlê bidin."
Erdogan got ku "Bi hinceta ku ew zarok e, ne mumkun e ku em li hember êrîşa li ser alaya xwe, pîroza xwe bêdeng bimînin." û axaftina xwe wiha berdewam kir: "Bala xwe bidin ku dirabe li serê dîrekê. Li kolanan, bazar û sûkê alayekî ji destê xwe naxe erdê lê derdikeve li serê dîrekê û curet dike ku alaya me ji wir daxîne. Yên ku wir peywirdar bûn leşker û fermandar bûn.. Piştî vê teftîşê dê hemû bedêla vê yekê bidin. Ez vê yekê bi taybetî dibêjim."
-"Li hember provokasyonan divê em wek gel bi awayekî serbilind bisekinin"
Erdogan got ez dixwazim ku der barê van bûyerên ku van rojên dawîn diqewimin de bangî gel bikim û wiha axivî: "Bizanibn ku ev hemû hewldan ji bo ji holêrakirina pêvajoya çareseriyê ne. Ev pêngav pêngavên ji bo provokekirina pêvajoyê ne. Divê em wek gel li hember provokasyonên li ser pêvajoya çareseriyê bi awayekî serbilind bisekinin. Ez dixwaim ku qet nebe bila hemû gelê herêmê ew helwesta ku dayik li Diyarbekirê nîşan didin, nîşan bidin. Ez dibêjim ku dîsa bi heman awayê bila her kes helwesta welatiyê li Tokatê nîşan bide. Rê birîn karê eşqiyaya ye, terorîstan e."
Erdogan li ser xwepêşandanê rêbirînê jî sekinî û wiha axivî: "Ew kesên ku rêbiriyê diikin jî dê ji niha pê de bedêla vê yekê bidin. Min di vê mijarê de telîmatên ku hewce dikin, dan wezîrên xwe. Wan jî der barê mijarê de telîmatên ku hewce dikin dane, saziyên eleqedar. Mafê tu kesî tuneye ku aramî, kêfxweşî û ewlehiya welatê me ji holê rake."