ANKARA
Alîkarê Serokê TUBÎTAKê yê berê Hasan Palaz di çarçoveya jêpirsîna guhdarkirina Serokomar Recep Tayyîp Erdogan ku wê demê serokwezîr bû, de hat binçavkirin. Jêpirsîn bi destê Serdozgeriya Komarê ya Enqerê ve tê kirin.
Ji bilî Palaz der heqê 2 kesên din de jî biryara binçavkirinê hatiye dayîn.
Parêzerê Hasan Palaz Gokhan Gunî daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku Palaz li Gebzeyê hat binçavkirin û wê wî bînin Enqereyê.
Der heqê guhdarkirina ofîsa Serokomar Erdogan ku wê demê serokwezîr bû, de li 7emîn Dadgeha Cezayê Giran der heqê 13 kesan de doz hatibû vekirin û Palaz jî di nav de ye.