Serokomar Recep Tayyîp Erdogan û Serokomarê Maliyê Îbrahîm Ebûbekîr Kîtta, piştî hevdîtinên rûbirû yên di nav lijneyan de li Qesra Serokomariyê civîna hevpar a çapemeniyê li dar xist. Erdogan di axaftina xwe de qala rêxistina parelel (Tevgera Fethullah Gulen) kir û wiha got:
"Ez di mijara bicîbûna di dewletê de ya rêxistina paralel de spasiya birayê xwe yê hêja dikim. Wekî ku hûn jî dizanin Malî yek ji wan welatên ku ev rêxistin ji demek dirêje li wir herî zêde bi cî bûye ye. Wan (Serokomarê Maliyê Ebûbekîr Kîtta) got ku 'Em di vê mijarê de li welatê xwe rê nadin kesên ku li dijî dewleta tirkan e."
Erdogan di civînê de wekî "birayê min ê hêja" xitabî Kîtta kir û kêfxweşiya xwe ya ji ber li Tirkiyeyê ezimandina Kîtta û lijneya bi wî re anî ziman. Erdogan li ser piştgiriya Maliyê ya der barê rêxistina paralel de sekinî.
Serokomar Erdogan wiha axivî:
"Ez di mijara bicîbûna di dewletê de ya rêxistina paralel de spasiya birayê xwe yê hêja dikim. Wekî ku hûn jî dizanin Malî yek ji wan welatên ku ev rêxistin ji demek dirêje li wir herî zêde bi cî bûye ye. Wan got ku 'Em di vê mijarê de li welatê xwe rê nadin kesên ku li dijî dewleta tirkan e.' Yekîneyên me yên eleqedar dê têkiliyên du alî bi hev re bikin bi vî awayî dê xebat berdewam bikin. Hem di perwerdeyê de hem jî di mijara bazirganiyê de çi bê eqlê we em dê di van hemû qadan de hevkariya xwe berdewam bikin. Me hevdîtinên xwe yên der barê vê yekê de kirin, em ê van pêngavan biavêjin."
Erdogan di civînê de bersiva pirsên rojnamevanan da.
Erdogan li ser pirsa "Teror bû tehdîdeke wisaye ku hemû cîhan di bin bandora wî de ye. Binê Sehrayê jî yek ji wan cihên ku teror wir heye ye. Bi ya me ji bo hevkariyeke muxtelîf dikarin atmosfereke çawa ava bikin?" got ku teror bûyereke lokal nîne.
Erdogan qal kir ku mîlet, nijad û dînê terorê tune û wiha axivî: "Rêxistineke navneteweyî, hêmaneke wisa ye ku li hemû cîhanê bandora wê heye û bi rastî jî mirovahiyê tehdît dike. Li hember vê yekê hewce dike ku hemû mirovahî, hemû netewe di nav têkoşîneke hevpar de bin."
Erdogan destnîşan kir ku pirsgirêk pirsgirêka binê Sehrayê tenên nîne û axaftina xwe wiha berdewam kir:
"Wekî ku hûn dizanin li ber çavê me niha li Sûriyeyê terora bi destê dewletê heye. Em bi heman awayî lê dinêrin li Iraqê jî hemen tişt qewimîbû, diqewime û li van deran bi sedhezaran mirov hatin kuştin hê jî tên kuştin. Hûn jî dizanin ku DÎŞIya rêxistina terorê di van demên dawîn de gelek di rojevê de ye û mixabin ku Malî jî bi pevgirêdayiyên van re rû bi rû ma. Bi El-Qaîdeyê re rû bi rû ma. Wir jî tabî kî bi navên cuda derdikeve holê lê divê hemû saziyên navneteweyî û rêxistinên dewletan li hember tevgerên wiha yên ku kiryarên wan dibin sedema mirinê bisekinin û bi awayekî hevpar tevbigerin. Bi mantiqa 'terorîstê min baş e, yê te xirab e' ev pirsgirêk nayê çareserkirin. Em niha li Iraq û Sûriyeyê vê dibînin. Li Efxanistanê jî heman tişt qewimî. Hê jî diqewime. Me li hember vê yekê jî li Maliyê bi hemû derfetên ku ji destê me tê, bi wan re hevdîtin kir, em bi hevkariya yekîneyên me yên eleqedar dikarin piştgiriyeke wiha bidin berdewamkirin."
-"Ji bo gumrahî û aramiya gelên me hevkarî û piştevaniya me şert e."
Erdogan diyar kir ku li Tirkiyeyê 30-35 salan bi terorê re têkoşîn hat kirin û wiha axivî: "Wekî ku hûn dizanin li welatê me jî rêxistineke terorê heye. Rêxistineke cudahîxwaz a terorê ye. Ev rêxistina terorê niha li bakurê Sûriyeyê bi rêxistineke din a terorê re bi hevkarî di nav hewldana sazîbûnê de ye. Em hê jî van têkoşînan didin, emê bidin. Ji bo gumrahî û aramiya gelên me hevkarî û piştevaniya me şert e."