Serokomar Recep Tayyîp Erdogan got: "Yek rêxistina cudakar, ya din rêxistina paralel. Di navbera xwe da karbeşî kirine. Yek li ser awayê jiyana welatiyên me yên rojava û başûr îstismarê dike, hewl dide ku îpotekê dayne ser reyên wan. Yê din jî li rojhilat û başûrrojhilat welatiyên me tehdît dike û zorê dide wan ku reya xwe bidin wan. Rêxistina paralel jî hem agilbendiya van dike hem jî piştgiriya lojîstîk dide van. Ji aliyekî va Pensîlvanya, ji aliyekî va Qendîl. Mixabin mixalefeta sereke jî dane pêşiya xwe. Gelo pêkan e ku ji vê koalîsyonê ji bo xêra Tirkiyeyê, millet û Tekirdagê tiştek çêbibe?"
Erdogan bi minasebeta merasima vekirina komî li Meydana Beşyolê bangî gel kir û got ku ew li Anadoluyê geriya, vekirinên komî kir û şaredarî, walîtî ziyaret kirin.
Erdogan got ku mixalefeta sereke ji aliyekî va piştgiriyê dide "koalîsyona Tirkiyeya berê", du rêxistinên din jî ji aliyekî va piştgiriyê didinê û wiha dewam kir:
"Yek rêxistina cudakar, ya din rêxistina paralel. Di navbera xwe da karbeşî kirine. Yek li ser awayê jiyana welatiyên me yên rojava û başûr îstismarê dike, hewl dide ku îpotekê dayne ser reyên wan. Yê din jî li rojhilat û başûrrojhilat welatiyên me tehdît dike û zorê dide wan ku reya xwe bidin wan. Rêxistina paralel jî hem agilbendiya van dike hem jî piştgiriya lojîstîk dide van. Ji aliyekî va Pensîlvanya, ji aliyekî va Qendîl. Mixabin mixalefeta sereke jî dane pêşiya xwe. Gelo pêkan e ku ji vê koalîsyonê ji bo xêra Tirkiyeyê, millet û Tekirdagê tiştek çêbibe? Çi wed dikin? Wê perwerdeya 8 salî ya bê navber cardin bînin. Serokê mixalefetê çi dibêje? 1+8+4. Hûn dizanin ev çi ye? Wê cardin lîseyên pîşeyan, îmam xetîbên navîn bigrin... Vê gavê li Kayseriyê asê bû. Piştî ku li Kayseriyê asê bû got 'Min wiha negot'. Jixwe em te nas dikin, tu êvarê cuda diaxivî, sibehê cuda diaxivî. Lê ev di qeydan da hene."
Serokomar Erdogan wiha dewam kir:
"Partiya ku rêxistina terorê piştgiriyê didê çi dibêje? Dibêje 'em ê Diyanetê bigrin'. Tiştekî din jî dibêje? Der heqê şexsê min da dibêje 'Heta em li vê derê bin, ew li vî welatî nabe serok'. Yaw ez behsa pergalekê dikim, tu ez behsa şexsê xwe nakim. Jixwe we di hilbijartina serokomariyê da jî digot 'Nikare derkeve Çankayayê. Paşê çawa bû? Millet em şandin wir. Di vê navberê da jî Beştepe qediya. Me got 'bi xêr be', me serokwezîrê xwe şand Çankayayê, em jî çûn Beştepeyê. Ew jî hezim nekirin."
Serokomar Erdogan got: "Yek dibêje 'Kebeya me Taksîm e'. De ew partiya ku rêxistina terorê piştgiriyê didê heye. Kebeya wan Taksîm e. Li vî halî binêrin. Pir ecêb e, berê CHPê ev tişt digotin. Çawa digot? Digot 'Bila Kebe ji ereban ra be, Çankaya besî me ye'. Vê gavê ev jî heman tiştî dibêje. Dibêje 'Bila Kebe ji ereban ra be, Taksîm besî me ye'. Her du jî wek hev in."